Washington wê dorpêça li ser lêmanên Îranê bidomîne
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth, roja pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê dorpêça li ser lêmanên Îranê ya ku ji roja duşemê ve di meriyetê de ye, bidomînin.
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth, roja pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê dorpêça li ser lêmanên Îranê ya ku ji roja duşemê ve di meriyetê de ye, bidomînin.
Pete Hegseth, di civîneke çapemeniyê de ku li Pentagonê hat lidarxistin, angaşt kir û got: Heta kengî pêwîst bike em ê vê dorpêçê bidomînin, ev dorpêç bi kêr tê.
Di heman civîna çapemeniyê de Serokê Erkanê Giştî yê Artêşa DYA'yê Dan Caine jî got: Ev dorpêç, neteweya wan çi dibe bila bibe, ji bo hemû keştiyên ku diçin lêmanên Îranê an jî ji wan lêmanan tên, derbasdar e. Ev operasyona DYA'yê, dorpêçeke li ser lêmanên Îranê ye, ne dorpêçeke li ser Tengava Hurmizê ye.
Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Parastinê diyar kir ku motîvasyona Îranê ya ji bo domandina agirbestê zêde ye.
Wezîr her wiha anî ziman ku DYA dê beşdarbûna welatên din a ji bo alîkariya di mijara Tengava Hurmizê de bi kêfxweşî pêşwazî bike.
Hegseth di civînê de her wisa destnîşan kir ku Çînê garantî daye DYA'yê ku di dema agirbesta şerê Rojhilata Navîn de, wê çekan ji Îranê re neşîne.